Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hestîyên 267 Şervanên PKK'ê Hîn li Stenbolê Girtî Ne


Li Bedlîsê goristana şervanên PKKê 4’ê Kanûna 2017’an de hat xerabkirin û hestiyên di goristanê de jibo Sazîya Tiba Edlî (ATK) şandin Îstenbulê. Lê hestîyên şervanên PKK’ê piştî du salan hêjî li Sazîya Tiba Edlî ya Îstenbulê têne girtin.

Goristan bi biryara dadgeheke Bêdlîsê ve hatîbû vekirin. Piştî vê yekê jibo testên DNA şandîbûn Sazîya Tiba Edlî ya Îstenbulê.

Komala Mafê Mirovan (IHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkîye (TIHV) Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) jî di nav de gelek rêxistinên mafên mirovan li ser vê mijarê li Taksîm Hill Otel ali Îstenbulê daxuyanîyek hevbeş dan.

Herwiha gelek malbatên van cenazeyan jî tevlî daxuyanîyê bûn û gotin ku derxistana van hestîyan dijî hiqûqa navnetewî pêk hatîye.

Hanefî Can birayê şervanê PKK’ê Ferhat Can ê ku jîyana xwe 2011’an ji dest daye û hestîyên wî ji ev du sal in li Sazîya Tiba Edlî tê girtin jibo Dengê Amerîka dibêje. Ev kiryar ne li gorî mafê mirovan ne jî li gorî hiqûqê ye.

“Piştî birayê min jîyana xwe ji dest da. Me serî li dozgerîya Bêdlîs’ê da. Piştî salekê me meytê birayê xwe ji Goristana Meletî ya Bêkesan sitand. Dîsa me bi izin û belgeyên fermî yên dozger û Sazîya Tiba Edlî ya Meletî li goristana Garzan cenaze veşart. Lê dema cenaze li goristanê derxistin dîsa testa DNA ji me xwestin û ev jî dijî hiqûqê ye. Derxistina cenazeyan bi vî şeklî jixwe suc e.”

Mecbure Xanim jî jiber hestîyên keça xwe tevlî daxuyanîyê bû û û daxwaza hestîyên keça xwe dike û wiha got.

“Piştî du salan cenaze derxistin û em nizanin cenazeyên wan birîne kuderê. Xema me nayê em dikin û nakin îdare nakin. Em dayîk kezeba me dişawite. Em cenazeyên xwe dixwazin”

Dîsa van rêxistinan li ser hestîyên şervanên PKK’ê ku ev du salên nadin malbatên wan xwestin ku daxuyanîyek fermî werin dayîn.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00


XS
SM
MD
LG