Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji ber Axaftina bi Kurdî Bav Hat Kuştîn û Kur Birîndar Bû


Li bajarê Sakarya yê Tirkîyê Kadîr Sakçi û kurê wî Burhan Sakçi yê 16 salî jiber ku Kurdî axivîn rastî êrîşa çekdarî ya nijadperestî hatin.

Di êrîşî de Kadîr Sakçi jiyana xwe ji dest da û kurê wî Burhan jî bi giranî birîndar bû.

Êrîşkar Hîkmet Usta piştî êrîşê li bajarê Bursayê hat binçav kirin. Usta got, "Bûyer nayê bîra min. Ez serxweş bûm” wî xwe parast.

Birayê Kadîr Sakçi Fahrettîn Sakçi li ser vê erîşê axivî û got: “Heta derengîya şeve em bi hev re bûn. Piştre em ji hev veqetiyan. Li ber qehwexaneya taxê kesek pêşiya wan dibire. Ji wan re dibêje ‘Hûn Kurd in an jî Sûriyeyî ne?’ Bira û biraziyê min jî jê re dibêjin ‘em Kurd in.’ Êrîşkar jî bi çekê êrîşî wan dike.” wi got.

Birazîyê Kadîr Sakçi Deniz Sakçi jî jibo Dengê Amerîka axifî û got ev bûyer bi temamî wekî hatîye nivîsandin e. Bûyer li holêye.û hemû qenalên televîzyonan de jî hat weşandin.

Denîz Sakçî li ser rewşa Burhan Sakçî jî got ev niha li Nexweşxaneyê Perwerdehî û Lêkolînê ya Sakarya ye û rewşa tendurîstîyê ber bi başîyê ve diçe.

Walîtiya Sakaryayê têkildarî bûyerê daxuyanîyek nivîskî da.û got bûyera di çapemenîyê wekî sedamên nijadî pêk hatîye qebûl ne kir û got ev nûçe ne rast in. Walîtiyê jibo êrîşkar jî got “alkol vexwariye û ji gelek sûcan sabiqa wî heye û herwiha walîtîyê xwest kes bawerîya xwe pê neyne.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:01 0:00

XS
SM
MD
LG