Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binpêkirinên Mafên Mirovan Li Efrînê Di Sala 2023an De


Di 10ê Kanûna 1948an de, anku berî 75 salan, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû pejirandin, loma ev roj weke Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan tê zanîn.

Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê ve, ji sala 2018an ve Efrîn dagir kiriye, ji wê demê ve, rewşa mafên mirovan li herêmê serûbin bûye.

Gelek raportên navdewletî û yên sazîyên mafên mirov bal kişandine ser sûc û binpêkirinên berfireh ku li herêmê diqewimin, weke kuştin, girtin, revandin, êşkenceya li zindanan, û destdanîna ser xanî û zevîyên şênîyên Kurd.

Herwiha avakirina wargehan li Efrînê, bilez û berfirehtir berdewam dike. Raport dîyar dikin ku ji destpêka sala 2023an ve, bi dehan wargeh jibo bicîhkirina Ereb û Tirkmenan hatine avakirin. Çalakvanên Kurd vê yekê dixin çarçoveya armanca Tirkîyê ya guheritna demografîk li Efîrnê.

Di bernameya Mijara Rojê de ji Dengê Amerîka, rewşa mafên mirovan li Efrînê bi du mêvanan re tê gotûbêjkirin: Mihemed Remedan Ebdo, Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê û Roj Mûsa, Rojnamevan û Çalakvan.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Mijara Rojê/ Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:50:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG