Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojekê de Heft Serbazên Tirkiyê li Sûriyê Têne Kuştin


Leşkerên Tirkiyê Dibêjin wan rojeka herî mirdar derbas kir di êrîşa xwe ya bajarê Efrînê de li bakurê Sûriyê.

Doh Şemiyê 7 serbazên Tirkiyê hatin kuştin. Pênc ji wan li herêma Efrînê hatin kuştin dema ku tanka wan rastî êrîşekê hat.

Du serbaz demekê berê doh hatibûn kuştin, yek li nêzîkî êrîşa dijî tankê û yê din li ser sînor.

Wek tolvedan, Tirkiyê got balafirên wan piştre li hin armancên Kurdan xistin li herêma ku êrîşa dijî tankê pêkhatibû.

Peyvdarê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got Tirkiyê dê leborîne qet neke li dor hebûna YPGê li her cihekî ser sînorê Tirkiyê li gel Sûriyê.

.

XS
SM
MD
LG