Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov got firokên şer ên Tirkiyê îro Şemiyê li herêma Efrînê li hêzeka alîgirên hikûmeta Sûriyê xist û di encamê de bi kêmanî 36 çekdar kuştin.
Çavdêriyê got ev cara sêyem e di 48 demjimêran de ku firokên Tirkiyê li hêzên alîgirên hikûmeta Sûrî dixin.
Tê zanîn, hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyê hefteya borî derbasî Efrînê bûn ji bo piştgiriya hêzên Kurdî YPG û YPJ dijî êrîşên Tirkiyê û hevalbendên wê yên opozisyona Sûriyê.