Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan Dibêje Ewê Ser Banga Ocalan Nexşerêyekê Çêkin


Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) îro Yekşemê ser banga Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan kom dibe.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan berî civîna karbidestên partîyê ser qonaxa dawî got ku dewreke guherîn û veguherînê dest pê kiriye.

Bakirhan dîyar kir ku Ocalan di banga xwe de gotiye divê zemînên dîyalog û danûstandinên li ser rêkên demokratîk werin xurtkirin û ev yek jibo wan nêrîneke girîng e.

‘’Ocalan di banga xwe de peyvajoyeke bê pevçûn, bê tundûtûjî bê şer nîşan da ku hêja û girîng e.’’

Wî dîyar kir ku ew piştî wê banga cara pêşî dicivin û got ku ewê ser qonaxa nû nexşerêyekê çêkin.

Bakirhan got ku banga Ocalan ne ya têkçûn û têkbirinê ye û dîyar kir ku divê ew qonaxa dawî wek qezancên gelên Tirkîyê bibînin.

Ocalan di nameya xwe ya 27’ê Sibatê de bang li PKK’ê kir ku çekan berde û dawî li xwe bîne.

PKK’ê do Şemîyê dîyar kir ku ew li ser banga Ocalan agirbestê radigihîne.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevbendê wî Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî jî ser banga Ocalan erênî axifîn.

Erdogan dîyar kir ku li Tirkîyê qonaxeke nû destpê kiriye û Bahçelî jî ser banga Ocalan got ji serî heta dawîyê girîng û hêja ye.

Jêder: Gazete Duvar, NTV

XS
SM
MD
LG