Dadgeheke Tirkîyê biryara doza ser Civîna Asayî ya 38’an ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) ragihand.
Bi biryara dadgehekê li Enqerê bo Ekrem Îmamoglu, şaredarê berê yê Stenbolê, û 8 kesên din ji ber ‘’sexteyên di dengdanê de’’ cezayên girtîgehê û qedexeyên sîyasetê danîn.
Îmamoglu yê ku ji şaredarîya Stenbolê hatibû dûr xistin, du sal û yek meh cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasetê stand.
Di gilînameya Serdozgerîya Komarî ya Enqerê de hate gotin ku di civîna asayî ya 38’an ya CHP’ê de bo delegeyan berjewendîyên madî çêbûne û sexte ketiye dengdanê.
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu wek qurbanî ketibû dosyayê. Pêdaçûna 21'ê Gulanê civîna asayî ya 38’an hatibû dîtin.
Di civîna asayî de Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel bo seroktîya partîyê bûbûn namzed.
Di gera yekê de Ozel 682, Kiliçdaroglu 663 deng standin, di gera duyê de Ozel 812 deng standin û li hember Kiliçdarogluyê bi 536 deng bûbû serok.
Piştî alozîyên rêxistinî û yasayî, Ozel ji CHP'ê veqetîya û Partîya Nû damezandin. Hejmareke endamên CHP'ê yên parlemana Tirkîyê ligel wî çûn û tevlî partîya nû bûn.