Breaking News

Parlementerên Berê yên CHP'ê Derbasî Nav Yenî Partî Dibin

Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

258 sîyasetvanên di xulên berê de bo Partîya Gel ya Komarî (CHP) parlementerî kirine derbasî nav Yenî Partîyê dibin.

Sîyasetvanan biryara ser guhertina partîyê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand. Di daxuyanîyê de, sîyasetvanan got ew bawer dikin ku pêdivîya Tirkîyê "bi hêvîyeke nû û helwesteke nû ya sîyasetê’" heye.

Wan herwiha dîyar kir ku li gor bawerîya wan piştgirîya ji bo Yenî Partîyê berpirsîyeke dîrokî ye.

Yenî Partî ya ku mehên havînê hat avakirin, dawîya vê hefteyê komcivîna xwe ya asayî ya yekê lidar dixe.

Çaverê ye Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel di komcivînê de rêberîya xwe xurt bike û tevî sîyasetvanên din ên partîyê xeta xwe ya opozisyonê dîyar bike.

Yenî Partî, piştî rêvebirîya Ozel ji CHP’ê hate dûr xistin û Kemal Kiliçdaroglu jinûve bû serokê wê partîyê, hate avakirin.

Di avakirina Yenî Partîyê de 91 parlementerên ku di CHP’ê de bûn, cîh girtibûn û bi vê rewşê ew partî bû opozîsyona serekî li Tirkîyê.

Ji bo Yenî Partî bikeve hilbijartinê, divê mercên komcivîn û teşkîlatê temam bike.

XS
SM
MD
LG