Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CHP Piştî Helwesta Akşener Banga Geşkirina Hêvîyê Dike


Partîya Komarî ya Gel (CHP) piştî Îyî Partîyê berbijarîya Kemal Kiliçdaroglu red kir banga geşkirina hêvîyê kir.

Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu got ku qet meraqan nekin, hemî kevir wê li şûnên xwe bi cîh bibin.

Kiliçdaroglu banga partîya xwe kir ku demûdest kom bibe.

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî ji bi twîtekê got ku qet bêhêvî nebin.

Kaftancioglu felaketê erdhejê bi bîr xist û got ku ewê bo xatirên wan bi ser kevin.

Wê bi tîpên mezin ‘’E-WÊ HE-RIN’’ nivîsî.

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu jî banga cîgirên xwe kir ku demûdest kom bin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî dê sibê Şemîyê demûdest bicive.

Çaverê ye hilbijartinên Tirkîyê dê 14’ê Gulanê de çêbin.

Jêder: Twitter, CHP, Îyî Partî, HDP, Partîya Siberojê

XS
SM
MD
LG