Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Dibêje wan Bajarê Efrînê Kontrol Kir


Hin Çekdarên Opozisyona Sûrî li Efrînê
Hin Çekdarên Opozisyona Sûrî li Efrînê

Serokê Tirkiyê îro Yekşemê got hevalbendên wan ên opozisyona Sûrî “bi temamî” navenda bajarê Efrînê Kontrol kir, ku armanca wan bû bo nêzîkî du mehan û hîn şer berdewame.

Sereok Recep Tayyip Erdogan got ala Tirkiyê û ya opozisyona Sûrî li bajêr hat hildan.

Erdogan got, “gelek ji terorîstan ji bajêr reviyan.”

Berpirsa Kurd Hediya Yûsif ji ajansa Associated Press re got şervanên YPGê hîn li bajêrin, lê wan sivîlên mayî ji bajêr derxistin ji tirsa “komkujiyan” û şer hîn berdewame.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got hêzên alîgirên Tirkiyê nîva bajêr kontrol kiriye û şerekî giran hîn birêve diçe.

Çavdêrî dibêje di van rojên dawî de nêzîkî 200 hezar kes di bin êrîşên esmanî yên giran de ji bajêr reviyan.

XS
SM
MD
LG