Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Parlemanterên HDPê Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn Dinirxînin


Dadgeha Qanûna Bingehîn di derheqa parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) yê Îstenbul’ê Enîs Berberoglu de biryara binpêkirina mafê wî da û ew piştî 8 mehan careke din wek parlementer vegerîya meclîsa Tirkîye.

Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a Îstenbul’ê piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya daxwaza ji nû ve darizandina Berberoglu û biryara rawestandina cezayê wî qebul kir.

Li alîyeke din jî du parlementerên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven û Musa Farîsogullari di zindanê de ne.

Her çiqas parêzerên her du parlementeran jibo berdana wan serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn kiribin jî biryara jibo berdana Guven hat redkirin û jibo serlêdana Farisogulları Dadgeha Qanûna Bingehîn hej ti biryar nedaye.

Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag dîyar kir ku dema Guven û Farisogullari wek parlementer hatin hilbijartin hej darizandina wan didoma.

Reyhan Yalçindag
Reyhan Yalçindag

“Dema ku Guven û Farîsogulları di hilbijartinên Hezîrana 2018’an de wek parlementer hatin hilbijartin darizandinên dijî wan didoma.Jiber vê yekê jî parêzeran ji dadgehan xwest ku darizandina parlementeran jiber ku mafê destnedayîna parlementerîyê werin sekinandin. Lê darizandin nehatin sekinandin û cezayê zindanê hatin dayîn û parlementerîya wan li meclîsê hat xistin.”

Yalçindag di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku hem mafê hilbijartinê, mafê destnedayîna parlementerîyê û qanûna 83’an ya makezagona Tirkîyê hatiye binpêkirin.

Yalçindag di heman demê de anî ziman ku, Guven jiber doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) axaftinên xwe û civîn û xwepêşandanên partîya xwe yên legal tê sucdarkirin û ev jî ne suc in.

Parêzerê Musa Farisogullari, Hayrettîn Guzel jî balkişand ser mafê destnedayîna parlementerîyê û dîyar kir ku piştî parlementerîya Farisogullari û Guven hat betalkirin wan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.

Hayrettîn Guzel
Hayrettîn Guzel

“Piştî cezayê zindanê jibo parlementeran hat dayîn me jiber ku binpêkirina maf û azadîya wan, azadîya rêxistinbûyînê, binpêkirina mafê hilbijartinê û jiber ku di dema darizandinê ya dijî hiqûqê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da.”

Herî dawî parêzer Guzel anî ziman ku di dema darizandina Berberoglu de ew wî demî parlementer bû û Guzel destnîşankir ku di dema destpêka darizandina Guven û Farisogullari de ew ne parlementer bûn.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00


XS
SM
MD
LG