Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkiyê 10 sal û 6 Meh Cezayê Zîndanê dan Hevşaredarê Colemêrgê


Colemêrg
Colemêrg

Dadgeha Cezaya Giran ya Hekarîyê (Colemêrgê) bi îdiaya “endamtîya rêxistina çekdarî” Hevbajarvanê Colemêrgê Cîhan Karaman bi 10 sal û 6 mehan ceza kir û ew di salona rûniştina dozê de hat desteserkirin û bo zîndanê hate şandin.

Di rûniştina dozê de dozger derheqê Karaman de dîyar kirîbû ku ew her tim bo berjewendîyên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û bi hestên girêdayî tevgerîya ye. Dozger ji dadgehê daxwaz kir ku ew bi cezayê “endamtîya rêxistinê” were ceza kirin.

Lê Karaman û parêzerê wî ev îdia red kirin û ev doze wek dozek sîyasî pênase kir. Dadgehê jî di destpêkê de bi îdiaya “endamtîya rêxistinê” 7 sal ceza da Karaman û pişt re jî ev ceza wî zêde kir û di dawîyê de ew bi 10 sal û 6 meh zîndan ceza kir.

Karaman ku negirtî dihat darizandin, piştî vê bîryarê ew di salona rûniştina dozê de ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hat desteser kirin û ew birin zîndanê.

Rêxistina HDP ya Colemêrgê bi xwepêşandanekê bertek nîşanî vê biryarê da û dîyar kir ku hezaran xebatkarên wan bên girtin jî ew dê tekoşîna gelê xwe berdevam bikin û serbikevin.

Hevserokê rêxistina HDPê yê Colemêrgê Lokman Ozdemîr dibêje ku ev bîyarek sîyasîye û "ew dixwazin dengê HDP qut bikin."

“Karaman di hilbijartinên 2019’an de wek berbijarê partîya me bi 60 ji sedî dengê Colemêrgîyan hatibû hilbijartin û piştî 6 mehan bi bîryara AKP û MHP ew ji peyvîrê hat dûr xistin û walîyê bajêr wek qayum danîn şûna wî. Hin jî gelê Colemêrgê ev yêk qebul nekirîye û nake jî. Li hember vê bê edaletîyê em bawerin ku gelê Colmêrgê dê di hilbijartinên pêş de dê herî kêm 85 ji sedî dengê xwe bide HDP’ê bi vê yêkê bertaka xwe nîşan bide.”

Ozdemîr bal kîşand ser nêzîkbûna hilbijartinên 14ê Gulanê û got ku ew bawerin ku di vê hilbijartinê de dê dengê HDP’ê bilind be.

“Pêşî ya me hilbijartinek heye û bi ceza kirin û girtin sîyasetvanan dixwazin dengê HDP’ê kêm bikin. Jiber vê yêkê dixwazin rêvebirên me, hevbajarvanên me bigirin û partîya me lawaz bikin. Lê ew me hemîyan jî bigirin, gelê Kurd û Tirkîyê dê di asta bilind de bo aşîtîyê û demokrasîyê dengê xwe bide HDP’ê.”

Hêjayî gotinêye ku Dîlek Hatîpoglu jî ku di 2014an de ji Partîya Aşîtî û Demokrasîyê (BDP) wek hevbajarvana Colemêrgê hatibû hilbijartin, Ew jî bi heman îdiayan bi 16 sal û 3 meh cezayê zîndanê hatbû cezakirin.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

XS
SM
MD
LG