Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuçukosmanoglu: Vaksînkirina Nexweşên Vîrusa Koronayê Li Tirkîye Pir Kêm E


Li gor pêzanînên Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê hejmara pêketî û mirinan yên vîrusa korona li welat bi asteke berbiçav kêm bûne.

Li gor heman pêzanînên wezaretê 11’ê Hezîran’ê de 6.261 kesên din bi nexweşîya vîrusa korona ketin û 69 kesên din jî jîyana xwe ji dest dan.

Sekreterê Giştî yê Odeya Doktorên Îstenbul’ê Prof Dr. Osman Kuçukosmanoglu jî heman pêzanînan piştrast dike. Lê ew dîyar dike ku desthilatdarîya sîyasî pêvajoya pandemîya vîrusa korona pir xelet bi rêve bir.

“Bi gavên rast û di cîh de pêşigirtina gelek mirinên vîrusa korona pêkan bû. Jiber ku nestandina tedbîran û hin tedbîrên xelet pêvajoya vîrusa korona evqas dirêj dom kir. Îro jî hikûmet tedbîrên dijî korona dijî civakê bi kar tîne.” Wî got.

Profîsor Kuçukosmanoglu bi berdewamî jî ser leza vaksînkirina nexweşên vîrusa korona jî sekinî û wî dîyar kir ku bi derbazbûna 7 mehan jî hejmar û lêza vaksinkirinê ya vîrûsa korona pir kêm e.

“Ji desptêka vaksînkirinê ve hêdîtîyekî heye. Li hemî Tirkîye heta niha tenê sedî 20 kes hatine vaksînkirin û ev jî pirsgirêkekî girîng e. Dîve heta niha ji sedî 60/70 mirov hatibûyan vaksînkirin. Ji bilî vaksînkirinê em dibînin ku yek ji sedemên kêmbûna pêketîyan jî hatina havînê ye.”

Kuçukosmanoglu di qedandina axaftina xwe de jî xwest ku pêvajoya vaksînkirinê bi awayekî zelal were bi rêve birin û wî dîyar kir ku hejmara derzîyên koronayê jî kêm in û wî got ku divê êdî hemî kes werin vaksînkirin.

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00


XS
SM
MD
LG