Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê desteserkirinên dawî yên siyasetvan, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, kesên LGBTQ û astengkirina gihîştinê ya hesabên medya civakî, şermezar kir.
DEM Partîyê di daxuyanîya xwe de hişyarî da ku zêdebûna girtinan û astengkirina gihîştinê ya hesabên medya civakî, bawerîya gel bi pêvajoya aştiyê ya Tirkîyê re lawaz dike.
DEM Partîyê got ku “di demekê de ku li Tirkîyê behsa aştî û çareserîyeke demokratîk tê kirin, nayê qebûlkirin ku her roj beşek cuda ya civakê were aramnc girtin.”
DEM Partî got, “Zimanê aştiyê û kiryarên zextê nikarin li kêleka hev bisekinin.”.
Partîyê herwiha destnîşan kir ku jibo pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer, divê rêzgirtina li hember qanûn, demokrasî û azadiyên bingehîn hebe.
Ev rexneya DEM Partîyê piştî ku îro Sêşemê 39 kes, di nav de Hevserokê Partîya ku Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst, (SYKP’), Mertcan Titiz hatin girtin, SYKP yek ji partîyên hevkar yên DEM Partîyê ye.
Serdozgerîya Stenbolê bi daxuyanîyekî ragihand ku di çarçoveya lêpirsîneke de, “jiber têkilîyên bi rêxistinên çekdar yên çepgir yên qedexekirî re, jibo 52 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.”
Li gor serdozgerîyê, tevî Enqere, Amed û Rihayê, li 11 bajaran ev operasyone berdewam dike.
Hevserokê DEM Partîyê Tuncer Bakirhan jî îro di daxuyanîyeke cûda de ew desteserkirinên ji opozîsyonê û kesên LGBT û herwîha astengkirina gihîştinê ya hesabên medya civakî wek ‘tune hesibandina” azadiya raman, derbirîn û rêxistinbûnê şermezar kir.
“Ev kiryar zirarê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku em du sal in bi ked û fedakarîyeke mezin dimeşînin,” wî got.
Bakirhan destnîşan kir ku ev kiryar tengezarîya civakî zêde dikin û destê dijberên pêvajoya aştiyê xurtir dikin.
“Bingeha aştiyê ne tirs, bawerî ye. Hûn nikarin ji aliyekî ve behsa çareserîya civakî bikin û ji aliyê din ve qada siyaset, medya, rêxistinbûn û derbirînê asteng bikin,” wî got.
Ev daxuyanî di demekê de hatin dayîn ku li Tirkîyê tepeserkirina ser rêxistin, siyasetvan, çalakvan û civaka LGBTQ berfirehtir dibin.
Wezîrê Dadê Akın Gurlek got ku di çarçoveya operasyonên bi navê “Malbata Min Ewle Ye” de li 15 bajaran li ser 162 kes, neh komele û 13 kargehan yên kes û civaka LGBT operasyonek hatiye kirin.
Hikûmet dibêje armanca operasyonan parastina zarok, malbat û nîzama giştî ye.
Rêxistinên mafan û partîyên opozîsyonê dibêjin ku bi van operasyonan nasnameyên LGBTQ û xebatên civaka sivîl tên bêbingeh têne tawanbar kirin.
Karbidestên Tirkîyê herwiha gihîştina malper û hesabên medyaya civakî yên rêxistinên LGBTQ, dezgehên meyda serbixwe û şaxa Tirkîyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî asteng kirine. Dadgehan got ku hinek ji van astengîyan bi sedema ewlekarîya neteweyî û nîzama giştî hatine kirin.