Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DEM Partî: Tirkîye Gavên Sist di Pêvajoya Aştîyê de Davêje

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari. Wêne ji arşîvê ye.
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatimogullari. Wêne ji arşîvê ye.

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê bi tundî rexne li hikûmeta Tirkîyê girt û got ku ew ji bo aştîyê kiryarên rast nake.

DEM Partî sêyem mezintirîn partî di parlemana Tirkîyê de ye. Wê heta niha alîkarî daye gavên aştîyê yên di navbera Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de.

Hevseroka DEM Partî, Tulay Hatimogullari, ji parlamenterên partîya xwe re got ku hikûmeta Tirkîyê gavên giran davêje. Wê herwiha diyar kir ku di Sibata 2025’an de, rêberê zindankirî yê PKK'ê Abdullah Ocalan, bang kiribû ku çek bên danîn, lê hikûmetê bersiva vê bangê bi awayekî erênî nedaye.

Hatimogullari da zanîn ku, "Hêvîya aştîyê li pêşîya me ye û divê em bilez gavan bavêjin, lê hikûmet dudil e û demê derbas dike."

Ev bûye zêdetirî salekê ku hêvîya aştîyê li Tirkîyê çêbûye, lê hemû alî hevdu sûcdar dikin ku pêvajo dereng ketîye.

PKK’ê di Gulana 2025’an de operasyonên xwe li dijî artêşa Trikîyê rawestandin û got ku ewê çekan deynin. Lê hikûmeta Tirkîyê dibêje heta ku çek bi rastî neyên danîn, ew bawer nake û gavan navêje.

Di Sibata 2025’an de parlemanê planek amade kir ku bi rêya qanûnan vê pirsgirêkê çareser bike, ji ber vê yekê niha çareserî ketîye destê parlemanê.

Hatimogullari hişyarî da ku derengketina gavan dikare pêvajoya aştîyê bi tevahî têk bibe.

Hikûmeta Tirkîyê ne li ser daxuyanîyên DEM Partî ne jî li ser pêvajoya aştîyê ti daxuyanî nedane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG