Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahetîn Demirtaş: HDP Dê Zêditî 13% Dengan Bidest Bixe


Roja Înê, dû rojan berîya hilbijartinên giştî li Tirkîyê, hevserokê BDP Selahetîn Demirtaş di dîdareke TV ya Dengê Amerîka de, dibêje partîya wan HDP dê di hilbijartinên roja Yekşemê 1î Mijdarê de, zêdetirî 13% ji dengan qecenc bike.

Hevserokê HDPê S.Demirtaş
Hevserokê HDPê S.Demirtaş

Demirtaş hevserokê HDP di vê pêşbîniya xwe de, dide zanîn ku, herçiqas zûrî jî hebûn, di hilbijartinên 7î Hezîrana derbasbûyî de wan di ser 13% dengan re bidestve anî bûn, di hilbijartinên Yekşemê de HDP dê dengên xwe hêjî zêdetir bike.

Demirtaş di dîdara taybet de, jibo Dengê Amerîka pişka kurdî dibêje "herçende Partiya desthilatdar AKP givaşên zêde liser wan dike, endamên partiya wan digire, polîs di kampêna hilbijartinan de êrîşî wan dike, lê dîsan jî emê dengên xwe zêde bikn".

Di tomara Videoyî de, ya ku, dê bê weşandin temiyama dîdara bi Demirtaş re, dê ête weşandin.

XS
SM
MD
LG