Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîyê jibo Hilbijartina Serokekî Nû Dengdanê Dike


Parlamana Tîrkîyê îro Çarşemê jibo hilbijartina serokê meclîsê kom bû.

Jibo seroktîya parlamana bi 600 kursî 7 berbijar ketin hilbijartinê.

Ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Numan Kurtulmuş, ji Partîya Gel ya Komarî (CHP) Tekîn Bîngol û ji Partîya Çep ya Kesk Tulay Hatîmogullari Oruç, ji Partîya Baş Cîhan Paçaci, ji Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Mustafa Yeneroglu, ji Partîya Siberojê Serap Yazici Ozbudun û ji Partîya Karkeran ya Tirkîyê jî Can Atalay berbijar in.

Di gera yekê ya dengdanê de jibo serketinê 400 deng hewce bûn, lê ti berbijar negihişt wê hejmarê.

Numan Kurtulmuş li 317, Tekîn Bîngol li 131 û Tulay Hatîmogullari Oruç jî li 51 dengan man.

Seba seroktîya parlamanê di du dengdanên pêşî de 400 deng hewce ne.

Di dengdana sêyan de jî divê herî kêm 301 deng werin sitandin.

Eger di dengdana sêyan de jî serketin çênebe, du berbijarên ku di wê dengdanê de dengên herî zêde sitandine dê herin gera çaran û di wê de kî zêdetir dengan bistîne dê bibe serokê parlamanê.

Jêder: Twitter, VOA

XS
SM
MD
LG