Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komedyakar Denîz Goktaş bi Tawana 'Sivikkirina Serok’ Ceza bû lê Hat Berdan

Li derveyî dadgeha Stenbolê kesên ku jibo berdana Denîz Goktaş kombûne, 28, Îlon, 2026.
Li derveyî dadgeha Stenbolê kesên ku jibo berdana Denîz Goktaş kombûne, 28, Îlon, 2026.

Dadgeheke Tirkîyê îro Duşemê komedyakarê navdar Denîz Goktaş bi îdîaya sivikkirina serokkomar Recep Tayyîp Erdogan sûcdar dît, lê jiber ku ew berê nêzî sê mehan girtî bû, biryara berdana wî da.

Goktaş yê 32 salî, di bernameyên xwe yên stand-up de bi gelemperî li ser rêberên siyasî û pirsgirêkên civakî yên demdirêj henekên rexnegir dike.

Denîz Goktaş di 3’ê Tîrmehê de hatibû girtin, bi îdîaya ku “bêrêzîya srokkomar” û “biçûkxistina nirxên olî ", di stand-upa xwe ya bi navê “Deryaya Mirî" de li Stenbolê, ku pîştre li ser YouTube hatibû weşandin, kiriye.

Goktaş di wê stand-upê de behsa Erdogan, Quranê û şaredarê girtî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu kiribû, ku zêdetirî 15 milyon caran hat temaşekirin û li ser X'ê, Înstagram û platformên din ên medyaya civakî bi awayekî berfireh belav bû.

Dozgerîyê gotibû ku peyvên komedyakar sînorên rexneyê derbaz kirine û şeref, rûmet û rêzgirtina Serokkomar di çavên raya giştî de şepirze kiriye.

Herwiha hatibû îdîakirin ku Goktaş "ola Îslamî û Quranê, biçûk xistiye" û wî civak jibo " nefret û dijminatîyê " teşwîq kiriye.

Di darizandina îro de, Dadgehê jiber "sivikkirina serokkomar", 11 meh û 20 rojan, û jiber biçûkxistina nirxên olî jî 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê li Goktaş birî. Lê dadgehê biryara berdanê da.

Girtîyên ku cezayên bi awayî werdigrên, bi gelemperî piştî ku beşeke diyarkirî ya cezayê xwe temam bikin, bi şertî tên berdan.

Goktaş tawanbarîyên dijî xwe red kir û got ku jiber çar hevokên ku wî di stand-upa xwe de gotibûn, 88 roj di girtîgeheke bi ewlehîya bilind de maye. Wî herwiha derbarê azadîya derbirînê û xwesansûra hunermendan de, fikarên xwe anî ziman.

Li derveyî dadgehê jî bi dehan kes kom bûn û daxwaza berdana komedyaker kir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG