Erdhejeka bihêza 5.7 şeva Çarşembî Wan hejand û herî kêm heft kes mirin û nêzîkî 20 avahî heriftin.
Bi dehan kes li bin avahiyên heriftî mane û nêzîkî 27 kes li bin avahiyên heriftî hatin rizgar kirin.
Li gor Ajansa Jeolojîk ya Amerîkî, demjimêr 9:23 bi dema xwecihî ew erdhej qewimî ku navenda wê 15 kîlometran li Wanê dûr bû.