Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Qurbanîyên Erdheja Tirkîyê û Sûrîyê Giheştihe Nêzî 18 Hezar Kesan


Di erdhejên li Sûrîye û Tirkîyê de heta 17,956 canên xwe ji dest dane ku 14,351 ji wan ji Tirkîyê û herî hindik 3,606 jî ji Sûrîyê ne.

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku li Tirkîyê hejmara qurbanîyan giheştiye 14,351’an û ya birîndaran jî 63,794 e.

Karbidestên Tirkîyê dibêjin ku piştî erdheja yekê bi giştî 1,117 lerizînên dûhatî çêbûne û 6,444 avahî hilweşîne.

Karbidestan herwiha ragihand ku li bajarê Ruha karên rizgarkirina kesên ji bin kavilan bi dawî hatiye.

Hejmara qurbanîyên erdheja navend li Mereş ya Tirkîyê di roja çaran ya piştî erdhejê saet bi saet zêde dibe.

Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) ragihand ku 4 doktorên din jî jiber erdhejê canên xwe ji dest dane.

TTB berî vê agahîya dawî dîyar kiribû di erdhejê de 10 doktor mirine.

XS
SM
MD
LG