Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got wê welatê wî bihêz li dijî “hewleke kudetaya abûrî” raweste .
Erdogan îro Şemiyê li Enqera paytext ji hezaran piştgirên xwe re got welat rastî “gefa abûrî, cezayan, pereyên biyanî, fayde û inflasyonê tê.”
Wî got:
“Em ji wan re dibêjin em lîstika wan dibîinin û emê li dijî wan rawestin.”
Tirkiyê rastî firotina befereh a lîreyê tê, piştî ku Waşintonê cezayên abûrî lê sepandin û gefa cezayên nû xwar eger Tirkiyê qeşe Andrew Brunson azad neke.
Ji serê salê ve, nirxa Lîreya Tirkiyê bi rêjeya 38% li beramber dolar daketiye û vê hefteyê gihîşte asta 7.24 li beramber yek dolar.