Hemwelatîyên Tirkîyê yên li derveyî welêt dê sibê Pêncşemê li gumruk û nûnertîyan dest bi dangdanê bikin.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dide zanîn ku li 73 dewletan, li 156 cîhan dîyarkirî dê dengdan çêbe.
Hemwelatîyên Tirkîyê dê li balyozxane û konsulxaneyan bi saeta herêmî ji 09:00 heta 21:00 karibin dengên xwe bidin.
Li bajarên girêdayî serkonsulxaneyan jî dema dengdanê ji 08:00 heta 23:00 e.
Jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê, li Belarûs, Brezîlya, Estonya, Fas (Mexrîb), Montenegro, Koreya Başûr, Lîbya, Lîtvanya, Malezya, Nîjerya, Pakistan, Portekîz, Slovakya û Tanzanya dê cara pêşî sindoq werin danîn.
Agahîyên YSK’ê nîşan didin ku hilbijêrên Tirkîyê herî zêde bi 1,501,152 kesan li Almanya ne.
Piştî Almanya, bi 397,086 hilbijêran Fransa û li dû wê jî bi 286,753 hilbijêran Holanda tê.
Jêder: YSK