Li başûrê rojhilatê Tirkiyê, birayê namzedekî opozisyonê hat kuştin û çar kesên din jî birîndar bûn di pevçûnên navbera dijber û alîgirên şaredarê nû hilbijartî yê partiya desthilatdar de li navçeyeke ku bi piranî Kurd in.
Pevçûn şeva Sêşemê li navçeya Perwarî ya bajarê Sêrtê di navbera alîgirên AK Partiyê (AKP) ya Serokomar Tayyîp Erdogan û alîgirên partiya opozisyonê DEVA derketin piştî hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê ku tê de opozisyon li seranserê Tirkiyê bi ser ket.
Li navçeyê namzetê AKP'ê yê şaredariyê bi 52% deng bi dest xistin, namzetê DEVAyê jî bi rêjeya 40% bû duyemîn.
Walîtiyê diyar kir ku di pevçûnan de 5 kes birîndar bûne, yekî ji wan, ji ber birîna xwe jiyana xwe ji dest da. Alîkarê Serokê Giştî yê DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen diyar kir ku kesê mirî birayê namzetê partiyê ye.
DEVA yek ji şeş partiyan bû di hevpeymaniya opozîsyonê de berî hilbijartinên giştî yên Gulana 2023an dema ku Erdogan 5 salên din bû serok û hevalbendiya wî ya desthilatdar piraniya parlemanê wergirt.
Walîtiya Sêrtê ragihand ku li navçeya Perwarî heta sibeha roja Pênşemê ji ber ewlehiyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Xwepêşandan şeva Sêşemê li deverên din li parêzgehên başûrê rojhilatê Tirkiyê jî belav bûn, piştî ku desthilatên Tirkiyê nehiştin ku şaredarê nû hilbijartî ji partiya alîgirê DEMê li bajarê Wanê dest bi kar bike û li navçeya Hilwanê ya Sanilurfayê ku AKP tê de jidest da, hat xwestin ku dengdan dubare bibe.
Di dîmenan de hat dîtin ku xwepêşander li parêzgeha Batmanê bi fîşekan gulebaran dikin û polîs avê li wan direşînin, di heman demê de bi dehan karmendên ewlehiyê li derdora bajarê Hekariyê, ku li wir jî xwepêşandan li dar ketin, bi cih bûne.
Çavkanî: Reuters