Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buldan: HDP Dê li Gel Tifaqên Xwe Berbijarê Serokotiyê Dîyar Bike


Pervin Buldan
Pervin Buldan

Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan beşdarî kongreya rêxistina HDPê ya Îdirê bû û got ku HDP dê li gel tifaqên xwe berbijarê serokomarîyê dîyar bike.

Buldanê do Şemîyê li Qersê di kongreya partîya xwe de dîyar kiribû ku HDP dê bi berbijarê xwe yê serokomarîyê bikeve hilbijartinê. Ev gotinên Buldanê di raya giştî ya Tirkîyê de bi berfireh hatin nîqaşkirin.

Buldanê bertek nîşanî wan nîqaşan da û wiha got:

“Ji doh were tenê mesele berbijarê HDPê ye, ka dê berbijar derbixe an ne? Gelo çima HDP berbijar der nexe? Çi cudahîya HDP ji we heye? Gelo ma HDP ne îradeya vî welatî ye? Gelo HDP ne partîyek sîyasî ye?” Ez dixwazim carek din van hemîyan bidim ber çavan û dîyar bikim ku HDP dê li gel tifaqên xwe berbijarê serokomarê xwe dîyar bike.”

Bundanê di berdewamîyê de anî ziman ku ew dê berbijarê HDPê li gel tifaqa ked û azadîyê, tifaqa jinan, tifaqa Kurdan, tifaqa hêzên demokrasîyê re dîyar bikin û got ku helbet ev yêk dê xeyalên hin kesan yên stratejîya pêşerojê hilweşîne.

Buldanê got, “Bi teybet dixwazim dîyar bikim ku ew kesên bo gelê Kurd û dostên wan zîndan û goristanê rewa dibînin, dê tekez têk biçin.”

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê roja Pênşemê biryar dabû ku hesabên HDPê yên alîkarîya xezîneyê bi awayekî demkî bicemidîne.

Buldanê anî ziman ku bi fermana qesrê anku tifaqa AKP û MHPê îro mafê me yê qanûna bingehîn hatiye binpê kirin.

Wê got, “Ew kesên ku hesabên me cemîdandî bila bizanin ku em dê carek din alîkarîya xezînê wergirin û kes nikare li hember me bisekine. Jiber ku ev mafê yê qanûnî ye. Em baş dizanin ku ev bîryarek sîyasî bû. Armanca wan ew ku meclîsek û Tirkîyeke bê HDP ava bikin. Lê em di her hilbijartinê de dengên xwe bilind dikin û emê tevî hemî astengîyan bi awayek xurt bikevin hilbijartinê.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 10 Rêbandanê jibo doza girtina ser HDPê rojek girîng e. Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind yê Tirkîyê Bekir Şahîn dê bi devkî nêrîna xwe ya ser girtina HDPê bîne ziman. Pişt re jî HDPê dê bi devkî parastina xwe bike.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG