Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Mesrur Barzanî û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan do li Îstenbul’ê hevdîtinek pêk anîn.
Ev hevdîtin piştî serdana Barzanî ya Tirkîye li Qesra Dolmabahçe ya li Îstenbul’ê pêk hat û di hevdîtinê de Berpirsê Ofîsa Têkilîyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzayî û Serokê Dezgeha Îstîxbaratê ya Netewî ya Tirkîyê (MÎT) Hakan Fîdan jî hebû.
Di vê hevdîtinê de pêşxistina hevkarî û pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistana Iraq û Tirkîyê û rewşa Iraqê hatin axaftin.
Herwiha herdu alî li ser berfirehkirina derfetên hevkarîyê jibo ewlehî û aramîya heremê sekinin û peywendîyên dualî li ser esasê berjewendîyên hevbeş di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û bazirganîyê de nîşan dan.
Serêkwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinek kir.
Serokwezîr di tweeta xwe de wiha nivisîye “Min bi Serokomar Erdogan re li ser geşedanên herêmî û potansîyela tekilîyên me yên dualî danûstendineke berhemdar kir. Me derfetên nû jibo zêdekirina bazirganîya dualî û veberhênanê vekolîn.”
Gelo hevdîtina Barzanî û Erdogan ji alîyê pisporên Rojhilatê Navîn Mustafa Pekoz û Faîk Bulut ve çawe tê dîtin û ew ser vê mijarê çi dibêjin?
Mustafa Pekoz ser vê hevdîtinê dibêje ku piştî şerê Ukrayna û Rusya bi taybetî ser polîtîkayên enerjîyê guhartin û lêgerînên mezin pêk hatin.
“Jiber şerê di navbera Ukrayna û Rusya de pirsgirêka gaza xwezayî û petrolê derket holê ku nêzî ji sedî 60 gaza xwezayî û ji sedî 35 petrola Ewrupa ji vê heremê dihat kirîn. Lê jiber vî şerî Yekitîya Ewrupa (YE) ambargo danî Rusya. Jiber vê yekê jî Yekitîya Ewrupa jibo alternatîfên nû danûstandin pêk anî. Bi vê yekê ve girêdayî hevdîtin bi Venezuela, Îran û Kurdistana Başur re pêk anî.” Wî got.
Pekoz bi berdewamîya axaftina xwe de jibo enerjîya Herema Kurdistana Iraqê dîyar kir ji bilî Tirkîye her çiqas jibo pêşerojê rêyên alternatîf werin axaftin jî jibo dema nêz Tirkîye rêya sereke ya jibo şandina enerjîyê ye.
Faîk Bulut jî bawer dike ku ev hevdîtina Barzanî û Erdogan tenê ne li ser polîtîkayên enerjîyê pêk hatiye.
“Tirkîye di operasyonên xwe yên li Şengal, Rovaja û herema Kandîl’ê de ji reveberîya Herema Kurdistana Iraqê piştgirîyê dixwaze û dixwaze çarçoveya operasyonên xwe yên leşkerî berfirehtir bike û ji reveberîyê heremê jî rolekî aktif bilîze.” Wî got.
Hêjayî gotine ye ku piştî ku Mesrur Barzanî bû Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ev cara duyan e ku serdana Tirkîyê dike. Barzanî herî dawî di sala 2019’an de serdana Enqere kiribû û di wê serdanê de hem ligel Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û hem jî bi Serok Erdogan re hevdîtin pêk anibû.