Tirkiyê roja Şemiyê kilîtên malên nû radestî hin kesên ku piştî erdheja wêranker a sala borî bê mal mabûn kirin, salek piştî karesata herî kujêr a welêt di dîroka wî ya nûjen de.
Di erdhejên bihêz ên 6ê Şibata 2023an de li başûrê Tirkiyê li 11 parêzgehan zêdetirî 50 hezar kes mirin û bi milyonan kes bê mal man.
Serok Recep Tayyîp Erdogan di merasima ku li Hatay de, navçeya ku herî zêde ji erdhejê ziyan dîtiye, got: "Îro em 7,275 xaniyan radestî Hatay dikin... Em ê gav bi gav 40 hezar xanî radestî tevahiya herêmê bikin ku avakirina wan bidaî bû."
Erdogan got ku dê di nav du mehên pêş de 75 hezar xanî bên radestkirin û got ku hikûmetê plan kiriye ku îsal bi giştî 200 hezar xanî radest bike.
Wezîrê Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî roja Înê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li herêma erdhejê derdora 680 hezar xanî hilweşiyane û diyar kir ku 390 hezar malbat ji bo wergirtina xaniyên ku li wê derê bên çêkirin tomarkirî ne.
Piştî erdhejan Erdogan heta Şibata 2024an soza 319 hezar xaniyên nû û salek şûnde jî bi tevahî 680 hezar xanî dabû.
Çavkanî: Reuters