Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Piştî Nexweşiya Sê Rojan Vedigere Nav Helmeta Hilbijartinan


Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemiyê piştî sê rojan yekem car derket pêşberî raya giştî piştî ku kulbûna maadeyê ew ji helmeta hilbijartinan dûr xistibû.

Bi ken û bi cil û bergên sor, rêberê 69 salî derket ser sehneya festîvala firokxaneya Stenbolê û dest bi avêtina kulîlkan ji alîgirên xwe re kir.

Ew ligel hevalbendê xwe yê nêzîk, Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd Dbîbah bû.

Herdu welatan bi bikaranîna dronên şer ên Tirkiyê, ku dê di çalakiya esmanî ya dawiya hefteyê de cih bigrin, şer kirine.

Erdogan şeva Sêşemê di dema dîdareke televîzyonê ya zindî de ji nişkave nexweş ketibû.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku Erdogan bi nexweşiya hûr û roviyan ketiye, nexweşiyeke ku bi hêsanî tê derman kirin û bi gelemperî di çend rojan de çak dibe.

Lê belê nexweşiyê hewlên Erdogan ên ji bo bidestxistina zexma berî hilbijartinên herî girîng yên Tirkiyê di14ê Gulanê de asteng kirin.

Erdogan bi mîkrofona di destê xwe de ji girseya alîgiranê xwe reaxivî û saxlem xuya dikir û hewildanên hikûmetê ji bo alîkariya qurbaniyên erdheja mezin a Sibatê ku zêdetirî 50,000 kesan jiyana xwe ji dest da, şîrove kirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG