Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Duşemê ragihand ku "pêvajoya aştiyê" ku Tikriye wê weke pêvajoya "Tirkîya bê Teror" bi nav dike, dê heta gihîştina armancên xwe bidome.
Erdogan di peyvekê de li Koşka Serokatiyê, got ku armanca sereke ew e ku PKK pêvajoya belavbûna xwe bi hemû aliyên wê re biqedîne, hemû çekên xwe radest bike û ev yek bi awayekî bêguman ji aliyê saziyên berpirsyar ve were piştrastkirin.
Erdogan herwiha diyar kir ku saziyên têkildar ên dewlet û hikûmeta Tirkîyê li gorî planek diyarkirî li ser valakirina cihên veşartinê û penagehên PKKyê dixebitin. Wî tekez kir ku ev pêvajo dê wekî ku hatî plansazkirin berdewam bike û bê navber were meşandin.
Serokkomarê Tirkîyê got: "Projeya me ya Tirkîya Bê Teror, ku em wê wekî projeyeke dewletê dimeşînin, li ser bingeha misogerkirina jiyana ewle ya hemwelatiyên me, xurtkirina girêdanên biratiyê di navbera me de û zêdekirina baweriya me bi paşeroja hevpar ava bûye. Bi îzna Xwedê û bi alîkariya hewildanên we, em ê vê pirsgirêka ku bi dirêjahiya 40 salan li Tirkîyê bar giranî bû û nêzîkî 2.3 trîlyon dolar ji çavkaniyên wê yên aborî xerc kir, ji bo her û her ji rojeva me bi temamî ji holê rakin."
Erdogan diyar kir ku hikûmet ji armancên xwe gavan paşde na avêje û dê pêvajo berdewam bike heta ku encamên hatine diyarkirin bi temamî werin bidest xistin.