Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkîyê Dê bi Çakszaîyan “Şerê Sêqolî” yê Abûrîyê Bişkîne


Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemîyê got ku Tirkîyê dê çaksazîyên xwe yên bingehîn bike ji bo şikandina “şerê sêqolî” yê radeyên sûdmendîyê, înflasksyonê û radeyên guhertina pereyan.

Wî got Enqerê rijd e ku sîstemekê li ser bingeha berhemhênan û vekirina karan ava bike.

Erdogan meha borî soza çaksazîyên dadwerî û abûrî dabû, ku derî li hin pêşbînîyên berdana siyasetmedarên girtî vekir, di nav de jî siyasetmedarên Kurd û çalakvanên Mafên Mirovan. Lê axaftinên wî yên dawîyê li dor hukumranîya dadgehê û rexnekirina wî ya hikûmetê guman li dor sozên wî bilind kirin.

Di axaftina xwe ya bi rîya Vîdyoyê li boneyeka Enqerê, Erdogan got ku sala 2021 dê bibe” sala çaksazîyên abûrî û demokratîk” û hewlên pêşkêşkirina çaksazîyan bo parlemanê dê “di zûtirîn dema pêkane de” bibin.

Wî got:

“Em hêvî dikin ku di zûtirîn dema pêkane de, zora kêşeyên êrîşên abûrî û pîvanên pandemîyê bibin. Bi rêya çaksazîyên bingehîn, em rijd in ku sîstemekê ava bikin li ser bingeha berhemhênanê û vekirina karan û her wiha şikandina şerê sêqolî yê radeyên sûdmendîyê, infilaksyonê û radeyên guhertina pereyan.”

Tirkîyê rastî rexneyên grûpên Mafê Mirovan û hevalbendên xwe yên Rojava tê, li dor serederîya wê ya tund piştî kudetaya beravêtî ya sala 2016an, ku bi hezaran kesayetîyên leşkerî karmendên kerta giştî û taybet hatin girtin.

XS
SM
MD
LG