Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê banga "yekîtî û hevgirtinê" kir, piştî ku di hilbijartinên dîrokî de bi ciyawaziyeke hindik li beramber hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglu bi ser ket û desthilatdarîya xwe ya bîst salan heta sala 2028'an dirêj kir.
Erdogan li derveyî koşka xwe ya seroktiyê ya li Enqerê ji girseya alîgirên xwe re got: "Divê em bi yekîtî û hevgirtinê werin cem hev." "Em ji dil û can vê bangê dikin."
Ev bangewaziya Erdogan piştî hilbijartineke dijwar hat ku wî tê de rêberê opozisyona ilmanî Kemal Kiliçdaroglu bi 4 xalan di gera yekem a hilbijartinan de şikand.
Di helmetan de, her du kandîdan hevdu bi piştgirîkirina "terorîstan" û belavkirina agahiyên derew tawanbar kir.
Kiliçdaroglu di daxuyaniya kurt ya mukurhatina têkçûnê de xemgîniya xwe derbirî li dor "zehmetiyên mezin yên ku dê welat rastê bê." bi Erdogan re.
Erdogan ji alîgirên xwe re got ku hilbijartin "ya herî girîng" a Tirkiyê ya serdema nûjen bû.
Wî got,“Me tu kîn, tu hêrs û tu dilgiranî bi kesî re nîn e…Îro tu kesî ji dest neda. Hemû miletê 85 mîlyonî qezenc kir."
Çavkanî: AFP