Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Dibêje Rewşa Erdogan Baş E


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ji Twitterê ragihand ku rewişa serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan baş e.

Koca dîyar kir ku Erdogan bi gastroentrîtê ketiye û lê bandora wê kêmtir bûye.

‘’Ez vê sibê li ba wî bûm. Ji we hemîyan re pir silavan dişîne. Rewişa saxlemîya wî pir rind e û dixwaze di dema herî nêz de vegere ser mîtîng û merasîman," Koca got.


Erdogan pêr Sêşemê di bernameyeka zindî de nexweş ketibû û do û îro bernameyên xwe yên hilbijartinê betal kiribûn.

Li şûna Erdogan, cîgir û wezîrên wî beşdarîyê li bernameyan dikin.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG