Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bozdag Dibêje Ser Bûyerên li Erziromê Hin Kes Hatine Desteser Kirin


Adalet Bakanı Bekir Bozdağ
Adalet Bakanı Bekir Bozdağ

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag got ku ser êrîşa li mîtînga Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku do Yekşemê li Erziromê qewimî, hin kes hatine desteser kirin.

Bozdag dîyar kir ku ew jiber êrîşê xemgîn e û daxwaza wan ew e ku rikeberîya sîyasê bi rêbazên demokratîk bidome.

‘’Jibo kesên ku tê gotin ku berpirsîya wan di bûyeran de heye, biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Peyvajoya tê şopandin. Hiqûq wê cîhê xwe bîbîne.’’

Bozdag bi berdewamî dîyar kir ku gotinên Îmamoglu yên dijî walîyê Erziromê jî ne xweş in.

"Çawa ku avêtina keviran şaş e, gotinên Îmamoglu jî wisa xirab in."

Hêjayî bîrxistinê ye ku Îmamoglu jiber êrîşê mîtînga xwe ya li Erziromê nîvçe hiştibû û li Stenbolê gotibû ku koma êrîşbir ji alîyê hinekan hatiye sor kirin.

Walîyê Erziromê Okay Memîş da zanîn ku di êrîşê de 7 kes bi birînên sivik birîndar bûne.

Memîş dîyar kir ku bernameya Îmamoglu ne mîtîng bû, lê serdana dikandaran bûye.

Îmamoglu dema êrîşê ragihand ku ewê dijî walî û rêvebirê ewlekarîyê serî li dozgerîyê bidin.

Jêder: Twitter

XS
SM
MD
LG