Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Eger Hewce Bike Emê Rêya Xwe ya Bo YE Veqetîn in


Recep Tayyip Erdoğan
Recep Tayyip Erdoğan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemiyê 16ê Îlonê ragihand ku eger pêwîst bike Enqere dikare "Rêya xwe ya bo YE veqetîne", dema ku li ser naveroka raporta Parlamentoya Ewrupayê ya derbarê Tirkiyê de hat kirin.

Di rapora YE de, ku destpêka vê hefteyê di parlametoyê de hate erêkirin, hişyarî dabû ku pêvajoya endamtiya Tirkiyê di Yekîtiya Ewrupa de ku ji 27 endaman pêk tê li gor şert û mercên heyî nikar berdewam bibe.

Raporê bang li endamên YE kir ku "çarçoveyek destdayî û realîstîk" ji bo têkiliyên xwe yên bi Enqereyê re vebîne.

Ev 24 sal in ku Tirkiye berendama fermî ya YE'ê ye, lê danûstandinên endamtiyê di van salên dawî de ji ber endîşeyên Yekîtiya Ewrupayê yên derbarê binpêkirina mafên mirovan û rêzgirtina binpêkirinên yasayî rawestiya ye.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di destpêka vê hefteyê de ragihandibû ku di raporta Parlamentoya Ewrupayê de îdia û helwestên pêşdem yên bêbingeh hene û YE rêbazek “serve û necidî” li hember Tirkiyê û têkiliy

Erdogan got"Emê raporê binirxînin, Û piştî nirxandinan, ger hewce bike, dibe ku em rêya xwe ji Yekîtiya Ewrupayê veqetînin."

Erdogan Helwesta Xwe li Hember YE Zelal Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:38 0:00

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG