Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Tirkîye 4 Leşker Jiyana Xwe ji Dest Didin


Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar li gel Birîndarekî
Wezîrê Berevaniyê Hulusi Akar li gel Birîndarekî

Li navçeya Şemzînan ê Colemêrgê (Hakkarî) li Herêma Binkeya Tepê Sungu Ortaklarê teqînek çêbû. Hat diyarkirin di teqînê de gelek leşker birîndarin û winda ne.

Li gorî agahiyên Ajansa Mezopotamya yê, di teqînê de 26 leşker birîndar bûne.

Wezareta berevaniya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, li gorî agahiyên seretayî, di dema topavêtinê de ji ber muhîmatekê qezayek qewimiye û di qezayê de 26 leşker birîndar bûne û 7 leşker jî winda ne.

Piştî teqînê Wezîrê berevaniyê Hulusi Akar, li Colemerge serdana leşkeren birindar kir û got ku sedema teqîne hîn baş ne diyar e û lekolînên wan berdewam in.

Serokê Tirkîye Recep Tayip Erdogan jî li ser teqînê agahîyen nû dan û got di teqînede 4 leşkerên wan jiyana xwe ji dest daye û 20 leşker jî birîndar in.

Colemerg
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:13 0:00

XS
SM
MD
LG