Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Dozger Ev Du Sal in, Kujer û Êşkencekarên Cotkarên Kurd Nabîne


Li ser kuştina cotkarê Kurd Servet Turgut du sal derbazbûn û heya niha bîryara "nepenîyê" ya Serdozgerîya Komarî ya Wanê berdevam e û kujer wî nedîyar e.

Turgut li gel Osman Şîban di 11ê Îlona 2020an de li bajarokê Şaxa Wanê ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteserkirin û ew piştî sê rojan li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Heremî ya Wanê hatibûn dîtin.

Turgutê 55 salî, piştî 19 rojan di 30 Îlona 2020an de li Nexweşxaneya Heremî ya Wanê canê xwe ji dest dabû. Ev bûyer li Tirkîyê bi nûçeyên “du kes ji helîkopterê hatin avêtin” dengvedabû.

Li ser bûyerê Serdozgerîya Komarîya Wanê lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê piştî lêpirsînê dozgerê ku li wê bûyerê dinêrî cîhê wî hat guhartin û hin jî li ser eşkencekirina du cotkaran bîryara ‘nepenîyê’ berdevam e. Parêzerê Turgut û Şîban Hamît Koçak, dibêje ku jiber bîryara ‘nepenîyê’ ew derheqê pêvajoya lêpirsînê de nikarin agahî bistînin.

“Di vê serdema teknolojîyê de ronîkirina bûyeran pir hêsanbûye. Tevî vê yekê ev li ser bûyera eşkencekirina du rûniştvanan re du sal derbazbû û ket sala sêyem. Herwiha bûyerek wiha ketî rojeva ragiştî divîyaba di demek kin de hatiba ronî kirin. A rastî wek bûyerên salên borî, ev bûyer jî an dê bi hinceta demê dirêj were batal kirin, an jî dê bi darizandinek xapînok we ragiştî êmin bikin. We dîyare ku dewlet naxwaze vê bûyerê ronî bike jiber ku bersuç ew bixwe ne.”

Birayê Servet Naif Turgut, dibêje ku birayê wî û Osman Şîban bêsuç li gund ji alîyê leşkeran ve hatibûn desteserkirin û pişt re ew ji helîkopterê hatibûn avêtin, lê ew hin jî nizanin çima ev bûyer li serê wan hatiye.

“Em edaletê dixwazin. Ev du sal e, ev zilme li birayê min hatiye kirin. Hin jî dozger dibêje min delîlên bûyerê kom nekirine. Lê hemî tişt dîyare, leşkeran ew ji gund desteser kirin û siwarî helîkopterê kirin û pişt re jî ji helîkopterê hatibû avêtin. Yanî ew saxlem birîye û mirî dane me. Hêj jî ne gotine, çima wan birayê min kuştin.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî bûyerê Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu li meclîsa Tirkîyê, parastibû ku Turgut û Şîban alîkarîya Partîya Karkerê Kurdistan (PKK) kirine û jiber wê hatine desteser kirin. Lê Şîban ku ji bûyerê birîndar xilasbûbû, di daxwuyanîyên xwe yên bo ragihandinê de îdiayên Soylu red kiribû û gotibû ku ew bi keyfî hatibûn desteser kirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin.

Lê piştî van daxuyanîyan derheqê Şîban de bi îdiaya endamê rêxistina terorî doz hat vekirin. Bi vê yeke Şîban li rêveberîya ewlehîyê gotinên xwe yên berê red kir û got ku ew bûyer sere wan ne hatiye

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG