Baranên giran li bajarê Stenbolê bûn sedema lehiyan li cade û bazarên bajêr û xizmetên tirên û gemiyan rawestandin.
Herî kêm kesekî jiyana xwe ji dest da, li gor ajansa nûçeyan DHA.
Tilfizyona Haberturk îro Şemiyê got pêla mezin a baranê bû sedema lehiyê li bazara mezin a bajêr ku rêzeka mezin a firoşgehan e.
Lehiyê her wiha tuneleka piyaseyan da ber xwe û hin girteyên vîdyo kelûpelên xelkê diyar kirin çawa ew biser avê ketine.
Desthilatdaran xismetên gemiyan li seranserî Bosforê rawestandin û her wiha hin trên jî hatin rawestandin.
Lehiyan otombîlek bi ber xwe xist û kişand korteka li ser riyeke hilweşiyayî, lê sernişînên wê karibûn xwe rizgar bikin, li gor raporta Haberturk.