Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Macron Pêwîstî bi “Taqîkirina Saxlemîya Derûnî” Heye


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û yê Frensa Emmanuel Macron
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û yê Frensa Emmanuel Macron

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê siyasetên hevtayê xwe yê Frensî Emmanuel Macron ên di derbarê misilmanan de şermezar kirin û got pêwîst e Macron “saxlemiya xwe ya derûnî" taqî bike.

Erdogan di gotareke televizyonî de got:

“Mirov dikare di derheqê serokê dewletekê de çi bêje, ku bi vî şêweyî danûstandina bi milyonan alîgirên ayînên cuda re dike? Berî her tiştekî: tsaxlemiya xwe ya derûnî taqî bike.”

Pêşniyara Macron a parastina nirxên welatê wî yên lîbral ji alîgirên tevgerên tundrew ên îslamî, bû cihê nerazîbûna hikûmeta Tirkiyê, da ku ew jî tevlî lîsta nakokiyên navbera herdû serokan be.

Macron, vê mehê Îslam wek ayîneke ku di “astengiyekê “ de dijî bi nav kir û nîşan da ku hikûmeta wî dê projebiryarekê di meha Kanûnê de pêşkêş bike ku yaseya sala 1905an ya cudakirina fermî ya kenîse û dewletê, bihêztir bike.

Wî her wiha ragihand ku dê çavdêriya li ser dibistanan tundtir bike û kontrolkirina alîkariyên darayî yê derve ji bo mizgeftan çaktir bike.

jêder: AFP

XS
SM
MD
LG