Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Balafireka Alîkarîyên Mirovî Ji Bo Xezayê Dişîne Misir


Fahrettin Koca
Fahrettin Koca

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca dibêje, Tirkiyê firokeyek şandiye Misrê ku tîmeke alîkariyên bijîşkî û mirovî vediguhezîne Xezayê.

Koca wiha got: "Balafira me ji bo alîkariya Xezaye çûye. Balafira Serokomariye ya tije derman û alavên tenduristî ku 20 pispor tê da bûn ji Enqereyê ber bi Misrê va bi rê ket."

Koça roja Şemiyê got: "Tîm dê biryarê li ser derman, kelûpelên bijîşkî û alavên pêwîst ji xelkê Xezayê re bidin û kontrol bikin ka dikarin nexweşxaneyên demkî li firokexaneya el-Erîş a Misrê û deriyê sînorî yê Refehê werin danîn yan na."

Refeh xala sereke ya derbasbûnê ye ji Misirê ber bi Kerta Xezayê û yekane dergehê sînorî ye li herêmê ku ji aliyê Îsraîlê ve nayê kontrolkirin, ku dibêje ew ê rê nede ti alîkariyên mirovî ji Îsraîlê derbasî Xezayê bibin heta ku Hemas rehîneyên ku di êrîşa xwe de revandine, azad bike.

Ew dibêje ku alîkariyên mirovî dikarin ji Misrê ji bo Xezayê bên şandin, lê ne ji Hemas re.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG