Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanên Almanî Dibêjin Tirkiyê Dixwaze Biyaniyan Bêdeng Bike


Firokxaneya Stenbolê
Firokxaneya Stenbolê

Du rojnamevanên Almanî ku rêdanên wan ên medyayî li Tirkiyê ji dest wan hatibûn girtin, got ev gava hikûmeta Tirkiyê hewleke ji bo bêdengkirina dezgehên medyayî yên navnetewî.

Serokê nivîsîngeha Stenbolê ya radiyoya Almanî ZDF, Joerg Brase û peyamnêrê rojnameya Tagesspiegel a Almanî Thomas Seibert, herduwan jî îro Yekşemê Stenbol bicîhişt lê got ewê raportên xwe li dor Tirkiyê berdewam bikin.

Herdu rojnamevanan got wan roja 1 meha Adarê email wergirtin ku daxwaza wan a nûkirina rêdanên kar hatiye redkirin.

Rojnamevanên biyanî li Tirkiyê pêwîstî bi rêdanên rojnamevanî heye da ku karibin rêdanên mayînê wergirin.

Seibert berî ku vegere Almanya ji ajansa Associated Press re got redkirina daxwaza wan ji wan re surprîz bû û ti şîrovekirin ji bo wan nehatin dabînkirin.

Wî got:

“Piştî karê 22 salan li Tirlkiyê, ez îro bi darê zorê ji wir derdikevim.”

Brase got dê ZDF doza xwe bigihîne dadgehê. Wî redkirina daxwazên nûkirina rêdanên kar ji aliyê Tirkiyê ve wek hewildaneka danîna fişarê li ser medya cîhanî binav kir, piştî ku dezgehên medya Tirkî hatin bêdengkirin, li gor axaftina wî.

XS
SM
MD
LG