Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar Serdana Bajarên Hakkarî û Wanê Dike


Mîthat Sancar
Mîthat Sancar

Herî dawî li Wanê li ser sînorê Îranê kolberê bi navê Hesen Keçelano hatibû kuştin û Behnam Semedî hatibû bîrandir kirin. Li Colemêrgê (Hakkarî) jî liser sînorê Herema Kurdistana Îraqê 2 ciwanên Kurd ji alîyê leşkerên Tirkîyê ve hatibûn birîndarkirin.

Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, li ser van bûyeran serdana her du bajaran kir û got ku tenê li herema Hakkarî yê jiber erîşên hêzên ewlekarîyê di nava 5 salan de 3 jê zarok 15 rûniştvan hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.

wî got:

“Her du alîyên sînor xizmenên hev in û piranîya hatin û çûyîna wan bo serdana xizmen xwe ne. Hin caran jî li gel xwe hin tiştan tînin û dibin û ji vê ra jî dibêjin qaçaxçîtî. Jibo ku van bê hiqûqîyên xwe reva nîşan bidin, kesên ku tên kuştin wek terorîst tên bi nav dikin. Em komkujîya Qelqelîyê û Roboskîyê bîrnakin.”

Sînorê Tirkîyê û Îranê
Sînorê Tirkîyê û Îranê

Sancar herî dawîyê got ku di dema pirgirêka Kurd de hişmendîya îmha, înkar û polîtîkayên şer pêş bikeven, kuştin, kiryarên nedîyar, şewitandina gundan, êşkence û hemî kirinên qirêj mezin dibin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku roja Yekşemê Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu di gotarek xwe de gotubû ku di dema wezîrtîya wî de kiryarên nedîyar, kuştin û êşkence pêk nehatine.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00


XS
SM
MD
LG