Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDPê Banga Yekîtîya Opozisyona Tirkîyê Dike


Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar

Serkirdeyekî partiya alîgira Kurdan li Tirkîyê roja Şemîyê bang li opozisyonê kir ku bibin yek.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar piştî civîna awarte ya Rêvebirên HDPê got, "Em bang li hemû kesayetiyên opozisyonê yên civakî û siyasî dikin ku li dora armancên demokrasî, dadmendî û azadiyê bibin yek û ji bo hêviyê mezin bikin."

Di pêngaveke ji nişka ve de roja Înê partiya Baş (IYI Parti), li ser bijartina namzedê serokomariyê ya pênc partiyên din, ji Hevbendiya Netewî vekişiya.

HDP, partiya sêyem a herî mezin ku 12% piştgirîya neteweyî werdigre, ne beşek ji hevbendîyê, lê di sala 2019an de alîgirên wê yên bi piranî kurd bûn hîşt ku hevbendî di hilbijartinên şaredariyên Stenbol, Enqerê û bajarên din de bi ser bikeve.

Rapirsiyên ku berî vekişîna Partiya Baş hatin kirin destnîşan kirin ku pêwîste dengdêrên HDPê piştgiriya Hevbendiya Netewî bikin da ku li beramber Erdogan bi serkevin û piraniya parlemanê ji desthilatdariya wî AK Partî û hevalbendên wê yên neteweperest MHP bidest bixin.

Sancar got, HDP ya ku bi partiyên piçûk ên çep re hevalbend e, hîn biryara berê ya ji bo namzetiya serokomariyê ji nû ve dinirxîne.

Bi salan e, HDP bi tundî û rastî qedexeyan dibe ji ber ku tê îdîakirin ku têkiliyên wê bi koma çekdar a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re hene, ku ew red dike.

PKK, ku ji aliyê Enqerê û hevalbendên wê yên NATOyê ve wek komeke terorîst hatiye binavkirin, ji sala 1984an ve li başûrê rojhilatê Tirkiyê, ku piranî kurd in, serhildanek pêk aniye û tê de zêdetirî 40,000 kes hatine kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG