Sîyasetvanên Hevbendîya Netewî ya Kurdistanê( Hevbendî), ku di nav wan da Serokê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî hebû, piştî pirsyarîyên li dozgerîyê serbest hatin berdan.
14 sîyasetvanên Hevbendîyê roja Sêşemê destê sibê ser lêpirsîna Serdozgerîya Komarî ya Diyarbekir bi operasyonên li çend bajarên cihê hatibûn desteserkirin.
Parêzer û Serokê HezKurdê Suphî Ozgen ser girtin û berdana sîyasetvanên HEVBENDÎ’yê ji Dengê Amerîka re got ev rewş nîşan dide ku li Tirkîyê hîn hin rayededar hene ku naxwazin Kurd bi rêkên rewa doza mafên xwe bikin û hin alî jî vê helwestê şaş dibînin.
Ozgen dîyar kir ku Hevbendîyê di demeke kin de hêvîyeke xurt û xweş bo Kurdan çêkiriye û loma ser desteserkirina wan gelek alîyên ji hev cihê bertekên tund nîşan dane.
Wî got ku tevî ku niha li Tirkîyê rojev ser krîza fonan û lêpirsînên derbarê wê ne jî Kurdan bi hev re desteserkirina Hevbendîyê di rojevê de derxistine pêş û nehiştine ku bandora neteweparêzên Tirk li dadgeh û darizandinê bibe.
Hevbendî roja 7'ê Mijdara 2026’an li Amedê bi beşdarîya partî û platformên wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Vejîn û Pêlkurdê hatibû damezirandin.
Sîyasetvanên Hevbendîyê bi gotinên xwe yên dijî polîtîkayên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku partîyeke alîgira Kurd tê hesibandin, têne naskirin.
Ew sîyasetvan dibêjin DEM Partî bo Kurd entegreyî Tirkîyê bibin sîyaseteke ne rast dimeşîne û ew vê helwestê qebûl nakin.