Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cevdet Yilmaz Dibêje Ewê Bernameya Nû ya Aborîyê di Îlonê de Ragihînin


Cîgirê Serokomarê Tirkîyê Cevdet Yilmaz dîyar kir ku ewê bernameya aborîyê di Îlonê de ragihînin.

Yilmaz piştî civîna ser rêvebirîna aborîyê got ku ewê ser polîtîkayên aborî danûstandinan bikin û çavkanîyan jî li gor polîtîkaya nû dîyar bikin.

‘’Di dewra nû de, jibo Tirkîyê armanca serekî pêşketina bi îstirar û bi bawerî ye.’’

Wî got ku ewê jibo têkoşîna dijî enflasyonê gavên girîng biavêjin.

Plana pêşketinê ya 12’an dê di meha Cotmehê de jibo parlamanê were pêşkeş kirin.

Yilmaz got ku ewê di dewra nû de bi hevkarîya sazîyên sîvîl, karsaz û akademîyê aborîyê ji berê baştir bikin.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG