Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Huseyîn Duman Çawa 28 Salan "Bi Neheqî" Hatiye Darizandin? 


Huseyn Duman
Huseyn Duman

Huseyîn Dumanê ku di sala 1994’an de bi îdiaya “Perçe kirin û têkbirina dewleta Tirkîyê” hatibû zîndan kirin, piştî 28 salan ew bi bîryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê hat berdan.

Dadgehê di bîryara xwe de dîyar kiribû ku ‘mafê wî yê darizandina adîl hatiye binpêkirin’ û divê ew ji nûve û serbest were darizandin. Li ser vê bîryarê Duman piştî 28 salan di 7’ê Adarê de ji zîndanê derket.

Dema Duman ketbû zîndanê 19 salî bû û niha bûye 47 salî. Me li gel Duman hevpêyvînek taybet pêk anî û jê pîrsî gelo ew li benda bîryarek wiha bû an na? û piştî ew serbest hat berdan çî hîs kir?

“Derketinek zor bû, min hezaran havalên xwe pê xwe hiştin. Dema ez derketim êvar bû û piştî 28 salan lingê min ket ser axê û min darek û çîya dît. Berdevamîyê rûyê mirovan yê cûrbecûr ez pêşwazî kirim. Ev yek bi serê xwe bo min tiştek pir cûda bû. Ez wê şevê bûm mehvanê malekê û doşekan bala min kişand û min zarok dîtin. Ev hemî bo min xwerib bû. Lê tişta herî xerîb civaka ku min pist xwe hiştî pir guherîye.”

Duman dibêje ku dadgehê carek din derheqê wî de bîryara darizandinê daye û eger ew bi adîlane were darizandin çî cezayî nastîne.

“Di dosyaya min de tiştek we nîne ku min bi vî awayî giranî ceza bikin. Min roja ewil jî hemî tawanên li dîjî xwe red kirine û ez niha jî red dikim. Eger li gor qanûnên Tirkîyê jî bi adîlane werim darizandin, çî cezayî nawergirim.”

Duman dida zanîn ku li Tirkîyê mîna wî gelek girtî niha di zîndanan de, tenê sedema gotinekê hatine ceza kirin, lê divê were zanîn ku edalet ne tenê jibo Kurdan jibo hemî kesî hewcehîyeke.

“Me dît ku li Tirkîyê darizandin ne li gor adaletêye, li gor desthilatarîyê rê ve diçe. Rewşa niha û berîya 30 salan jî mîna hevdûye. Wê çaxê çawa dadgehan bîryar distanin îro jî bi heman şewazî bîryar didin. Gelek kes jiber vê bê adeletîyê hatine girtin û ceza kirin. Lê divê ev yek were guhartin da ku kes mîna min maxdur bebin.”

Hêyî bîrxistinê ye ku Duman di payîza sala 1994’an li bajarê Wanê hatibû desteser kirin û ew bi girtî 14 salan li Dadgeha Ewlehîya Dewletê (DGM) ya Diyarbekirê hatbû darizandin. Di encamê de ew bi îdiaya “Perçe kirin û têkbirina dewleta Tirkîyê” ji alîyê dadgehê ve bi 36 sal cezayê zîndanê hatibû ceza kirin.

Di 2008’an de parêzerê Duman, Selahattin Kaya li ser vê encamê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê da û dadgehê got ku ‘mafê wî yê darizandina adîl hatiye binpê kirin’ û derheqê Duman de bîryara ji nûve û serbest were darizandin dabû.

Lê dadgeha xwecîhî ev bîryar li cîh ne anî û vê carê jî parêzer Kaya serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da û ew darizandin jî 7-8 salan domî û di encamê de bîryara Dadgeha Mefê Mirovan a Ewrupayê hat cîh û Duman di 7’ê Adarê de serbest hate berdan.

Raporta Deng/Arif Aslan
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00

XS
SM
MD
LG