Hikûmeta Tirkîyê îro Çarşemê raportên ku dibêjin Enqerê dixwaze ji ber sedemên ewlehîyê beşekî ji axa Îranê dagîr bike red kir.
Ajansa Amerîkayî ya nûçeyan Bloomberg ragihand ku Tirkîye planên xwe yên rewşa awarte nû kiriye û li ser gelek bijareyan radiweste û xebatên xwe didomîne.
Li gor raportê, behsa amadekarîyên Tirkiyê tê kirin ku di rewşa şerekî mezin de bingeh û kampan li nêzîkî sînorê Îranê ava bike an jî, eger hewce be, rasterast bikeve nav axa Îranê da ku pêşî li derbasbûna penaberan bo Tirkîyê bigire.
Çavkanîyên agahdar ji Bloomberg re gotine ku bijareya ketina nav axa Îranê tenê di rewşa valahîyeke desthilatdariyê de dê were nirxandin.
Raportê di nav çalakvanan de gotegotên berfireh derxistiye holê. Hin çavdêrên li ser tora civakî X îdîa kirin ku Tirkîye dixwaze êrîşî herêmên Kurdên Îranê bike.
Lê Navenda Dijî Pêzanînên Sexte ya li Rêveberîya Ragihandinê ya Serokkomarîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de got ku van raportan “agahîyên nerast” dane. Navendê tekez kir ku Tirkîyê rêzê li yekparçeya ax û serwerîya welatên cîran digire û dê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku ewlehîya sînorên xwe di hemû şertan de misoger bike.
Hemdem, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi domdarî tekezî li ser danûstandinên aştîyane yên bi Îranê re dike, lê di heman demê de dijî Komara Îslamî gefên êrîşeke leşkerî dide eger Îran bi çareserîya aştîyane qayîl nebe.
Li herêmê tirs ji girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de hene. Welatên derdora Îranê di nav amadekarîyên xweparastinê de ne. Tirkîyê jî, ku endamê NATO ye, diyar kiriye ku ew li dijî her destwerdana leşkerî ya li Îranê ye û balê dikişîne ser parastina aramîya herêmê.