Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Tirkîye û Îranê Ser Gurbûna Girjîya li Rojhilata Navîn Peyivîn


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan û hevtayê wî yê Îranî Husên Emîr Abdulahîyan îro Çarşemê li Enqerê kom bûn.

Her du wezîran piştî civînê preskonferanseke hevbeş li dar xistin.

Fîdan di axaftina xwe de got ku Îsraîl ketiye rêyeke şaş û divê demûdest tundûtûjîya xwe rawestîne.

‘’Em naxwazin ku trajedîya mirovahîyê ya li Gaza bandorê li dewletên din yên herêmê bike û veguhere şerekî. Em bang li hemê aktorên herêmê û yên li derveyî herêmê dikin ku jibo aştîyeke mayînde danûstandinê bikin.’’

Wî got ku jibo danîna bingeha çareserîyan divê konferanseke aştîyê ya navneteweyî çêbe.

Wezîrê Tirkîyê dîyar kir ku danûstandinên ser konferansê didomin û ew jibo agirbest û alîkarîyan di hin hewildanan de ne.

Wezîrê Derve yê Îranê Abdulahîyan jî spasîya Tirkîyê kir ku ew bi Filîstînîyan re ye.

Abdulahîyan dîyar kir ku Îsraîl li Gaza tawanên cengê dike û ew jibo şer berfireh nebe bi hemî hevbendên xwe re danûstandinan dikin.

‘’Ez û Fîdan, em ser berpirsîyên dewletên garantor peyivîn. Em piştgirî didin wan hemî hewildanên sîyasî ku jibo mafên gelê Filîstînê garantîyan çêdikin.’’

Wî dîyar kir ku Hamas jibo azadîya Filîstînê tekoşînê dide û ger şer nesekine, Îsraîl û Amerîka wê brçeedelên giran bidin.

Wezîrê Îranî got ku ewê jibo berevanîya ewlekarîya herêmê çi ji dest wan were bikin û ewê ji ti kesî netirsin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG