Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Serdana Îraqê Dike


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu

Wezîrê derve yê Tirkiyê îro Yekşemê li Îraqê ye ji bo gotûbêjkirina bazirganiyê, ewlekariya sînor û jêderên avê.

Ev serdana du rojan, herêma kurdistanê û Besra jî vedihewîne.

Pêşbîne, Tirkiyê wergirtina niftê balans bike piştî Amerîka ragihand ku wê rêdana demkî ya wergirtina niftê ji Îranê ku dabû Tirkiyê bi dawî bîne.

Îraq yek ji welatên sereke ye ku nifta xam dide Tirkiyê.

Wezîrê Tirk Mevlut Cavusoglu îro Yekşemê li gel hevtayê xwe yê Îraqî Mihemed Alhakîm kombû.

Wî got wê Tirkiyê niwênerekî taybet bişîne Îraqê ji bo gotûbêjkirina jêderên avê, piştî zivistaneke bar ji baran û lehiyan.

Alhekîm got wê Îraq bazirganiya li gel Tirkiyê hêsan bike û bang li kompaniyên Tirkiyê kir ku weberhênanê li Îraqê bikin.

XS
SM
MD
LG