Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Dibêje Pêwîstî Bi Şerê Hevbeş Li Dijî Çekdarên Kurd û Daişê Heye


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên, piştî konferansa rojnamevanî ya 26ê Çile, 2025.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên, piştî konferansa rojnamevanî ya 26ê Çile, 2025.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Yekşemê piştî danûstandinên li Bexdayê got ku divê şerekî hevbeş bi bikaranîna "hemû îmkanên me" were kirin da ku hem Dewleta Îslamî hem jî çekdarên kurd li herêmê ji nav bibin.

Serdana Fîdan pêk hat di demekê de ku Tirkiyê çend caran bang li çekdarên YPGê yên li bakurê rojhilatê Sûriyê kir ku xwe bihelîne, piştî hilweşandina serokê berê yê Sûriyê Beşar el-Esed meha borî.

Enqere hişyarî da ku ew dikare operasyonek nû ya der-sînor li dijî girûpê pêk bîne, eger fikarên wê neyên çareserkirin.

YPG pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya hevalbendên Amerîka dike. Tirkiyê wan bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve girê dide. Enqere û welatên rojava PKK'ê weke rêxistineke terorîst dibînin.

HSD hevkara herêmî ya Amerîka ye di şerê li dijî Dewleta Îslamî de li Sûriyê.

Fîdan li gel hevtayê xwe yê Îraqî Fuad Husên axivî û got ku wî hêviyên Tirkiyê dubare kir ku Îraq bi fermî PKK wek rêxistineke terorîst bi nav bike, piştî ku Bexdayê sala borî ew wek "rêxistineke qedexe" nas kir.

"Dixwazim vê rastiyê bi awayekî herî zelal diyar bikim: PKK Tirkiyê, Îraq û Sûriyayê dike armanc. Ji bo siberoja herêma me û bextewariya gelê me divê em li dijî terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê em bi hemû îmkanên xwe DAIŞê û PKKê tine bikin," Fîdan got.

Wî her wiha anî ziman ku wî di dema serdana xwe de li ser mekanîzmayên hevkariyê yên muhtemel li ser mijarên îstixbaratî û operasyonê û herwiha beşdarbûna welatên herêmê, li dijî Dewleta Îslamî gotûbêj kirine.

Têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îraqê de, di van salên dawî de ji ber operasyonên derveyî sînor ên Enqereyê dijwar bûne. Lêbelê, ew çêtir bûn dema Îraqê PKK wekî rêxistinek qedexe bi nav kir û danûstandinên ewlehiyê yên bilind dest pê kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê roja Yekşemê ragihand ku hêzên Tirkiyê 13 çekdarên PKKê li bakurê Îraqê kuştine.

Ji dema rûxandina Esed ji aliyê rêveberiyeke dostê Enqerê ve, aliyên Kurdî li Sûriyê li ser piyan in, û danûstandkarên ji serkirdayetiya Sûriyê, Amerîka, Tirkiyê û HSDê li dor rêkeftineke muhtemel li ser çarenivîsa girûpê kar dikin.

Wezîrê derve yê Îraqê Fuad Husên roja Pêncşemê got ku êrişa Tirkiyê li ser hêzên kurdî li bakurê Sûriyê dê xeter be û zêdetir penaberan biafirîne.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG