Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Jibo Radestkîrîna Bingeha Başîkê-Zilîkan, Bi Çekdanîna YBŞ ve Girê Dide

Endamekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) (Arşîv)
Endamekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) (Arşîv)

Partîya Dad û Geşepêdanê(AKP) ya desthilatdar ya Tirkiyê dibêje, divê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) demûdest çekên xwe radest bikin.

AKP dibêje ku ev dikare rê veke ku hikûmeta navendî ya Îraqê herema Şengalê bi temamî kontrol bike û hêzên Tirkîyê ji bingeha leşkerî ya Başîkê-Zilîkanê ya li bakurê Îraqê vekişin.

Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk roja Çarşemê, 7’ê Cotmehê, piştî civîna Lijneya Rêvebirîya Navendî, MYK ya partîya xwe li Enqerê li ser vê mijarê axivî.

Enqere YBŞ’ê wek pêkhateyeke Partîya Karkerên Kurdistanê, (PKK) ya hilweşîyayî dibîne.

Omer Çelîk dîyar kir ku piştî radestkirina çekaên YBŞ'yê ji bo hikûmeta navendî ya Iraqê, qonaxeke nû dê dest pê bike û ev yek bi pêvajoya berdewam ya bêçekkirina PKK ve li Tîrkîyê girê da.

"Bi vî awayî, Çiyayê Şengalê wê bikeve bin kontrola Dewleta Îraqê. Ev yek jî wê wek pêşveçûnek girîng ya 'Tirkîye ya Bêteror' ku di warê Îraqê de derkeve holê, pêk were, ” wî got.

Çelik destnîşan kir ku piştî ku hikûmeta navendî ya Îraqê kontrola Şengalê bi dest bixe, tê plankirin ku artêşa Tirkîyê bingeha Başîkê-Zilîkanê di nav 60 rojan de qonax bi qonax radestê artêşa Îraqê bike.

Lê wî bal kişand ku dema teqêz ya vekişînê hîn nehatîye dîyar kirin û radestkirina bingehê gîrêdayê pêşketinên li herêmê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG