Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhangîr Îslam: Qanûna Derbarê Cemxaneyan Dibe Sedema Pirsgirêkên Zêdetir li Tirkiyê


Dr. Cîhangîr Îslam
Dr. Cîhangîr Îslam

Parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Prof. Dr. Nazir Cîhangîr Îslam li meclîsa Tirkîyê, di derbarê qanûna li ser cemxaneyan de hat derxistin de axifî.

Parlementer Îslam bertek nîşanî qanûna derbarê cemxaneyan de da û da zanîn ku qanûna cemxaneyan şûna pirsgirêka Alewîyan çareser bike, zêdetir pirsgirêkan derdixe holê.

Wî got, “Welatîyên me yên Alewî hem di mijara kadroyê, hem jî di pirsgirêka elektrîk, faturayên av û mijarên avahîsazî û tamîrkirinê cemxaneyan de tiştekê naxwazin û daxwazek ya wan a bi vî rengî nîne.”

Herwiha Prof. Îslam di berdewamîya axaftina xwe de jî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên 20 salan da û wiha got:

“Dema ku em têne ser kurte kiryarên bîst salan, rewşeke wiha derdikeve pêşîya me: Ne pirsgirêkên welatîyên me yên Sunnî, ne welatîyên me yên Kurd û ne jî welatîyên me yên Alewî nehatin çareserkirin. We her cure piştgirî pêşkêşî kesên ku bê şert û merc dengên xwe dan we kir û lê li beramberî vê yekê we mafên kesên ku li dijî we astengkirin.”

Îslam dîsa destnîşan kir ku ew berî hefteyekê li taxên Stenbolê bi welatîyên Alewî re hatine cem hev û wî serdana cemxaneyan kiriye. Îslam li ser vê yekê da zanîn ku çêkirina cemxaneyan ya bi destûra walî û qeymeqaman di nav Alewîyan de bûye sedema tirsekî mezin.

"Ew vê mijarê 'ji astengkirinê re vekirî' dibînin. Avakirina Seroktîya Cemxane û Çandê ya Alewî û Bektaşîyan û girêdana wê ya Wezareta Çand û Turîzmê vê wek ferzkirina yek nasnameyî dibînin. Herwiha ew nirxandina bawerîyê ya di asta folklorî de jî wek hewldaneke biçûkxistin û bêqîmetkirina bawerîya Alewîtîyê dinirxînin. Dîsa ew vê seroktîyê wek qayumeke ser bawerîya xwe dibînin. "

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkîyê bi awayekî fermî berîya çend rojan bi imzaya serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Seroktîya Cemxane û Çandê ya Alewî û Bektaşîyan di bin banê Wezareta Çand û Turîzmê de dabû damezrandin.

Bi vê biryarê girêdayî beşeke girîng a Alewîyan nerazî ne û ew dibêjin ku “Em naxwazin Alewîtî bixin çarçoveyeke sîyasî û Alewîtî were kontrolkirin. Cemxane cîhê duayên me ne û cemxane Perestgeh in”

Raporta Deng/Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG